Hejmara kesên di keştiya Îranê de jiyana xwe ji dest dan derket 87’an

Rayedarên Srî Lankayê ragihandin ku keştiya şer a Îranê ya ku li peravên Srî Lankayê ji aliyê torpîdoya DYE’yê ve hat binavkirin, 87 cenaze hatine derxistin û 32 kes hatine rizgarkirin.

Rayedarên Srî Lankayê ragihandin ku piştî keştiya şer a Îranê "IRIS Dena" li peravên Srî Lankayê ji aliyê torpîdoya DYE’yê ve hat binavkirin, 87 cenaze hatine derxistin û 32 kes hatine rizgarkirin.

Fermandar Buddhika Sampath ji AP’ê re axivî û got, "Me mirovên li ser avê dîtin." 32 kesên hatin rizgarkirin ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.

180 kes li keştiya hat binavkirin bûn.